Design a site like this with WordPress.com
Get started

25ê Tîrmehê – Roja Navnetewî ya Hevgirtinê ji bo Girtiyên Antîfaşîst (#j25antifa)

Ji 25ê Tîrmeha sala çûn, ango Roja Navnetewî ya Hevgirtina ji bo Girtiyên Antîfaşîst ya herî dawî vir ve ye, li tevahiya cîhanê, tekoşîna li dijî faşîzmê û rastgirên radîkal mezin bû û bilind bû.  Di nûçeyan de em dibînin: êrişên nijadperest û serçil çêdibin. Rojnameger tên tacîz kirin. Pênaber û koçber wek kesên şeytanî tên nîşandan. Hebûn û zordarîya faşîstan û rastgirên radîkal  bilind dibe.  Tehayula neteweperest î serçil, li hêlekê xwe di çarçoveyeke gerdûnî de ji nû ve diafirîne, ji hêla din jî hewl dide me hemûyan bike girtiyên sînoran. 

Dîrok

Roja Navnetewî ya Hevgirtinê ji bo Girtiyên Antîfaşîst di sala 2014 wek Roja Piştgiriya Jock Palfreemanê Aûstralyayî dest pê kir. (Çimkî wî, li Bûlgarîstanê, du mêrên Roman li dijî êrişa holîganên faşîst yê fûtolê paratibû û 20 sal ceza xwaribû.)  Ya baş ew e ku Palfreeman piştî 11 salan hat berdan, lê mixabin, bi sedan kesên din girtîne ji ber ku li pêşiya faşîzmê û nefretê sekinîne.

Jock Palfreeman.

Lewma 25ê Tîrmehê pir girîng e. Armanca Roja Navnetewî ya Hevgirtinê ji bo Girtiyên Antîfaşîst ew e ku sînoran ji hole rake, û bertekeke navnetewî li dijî faşîzmê biafirîne. Dema em çalakiyan li dar dixin, pereyan kom dikin, an dema em ji bo hevalên xwe aksîyonekê didin meşandin, em dikarin bi kevirekî sê qûçan xera bikin. Ango him wê tevgerên me yên lokal bihêz bibin, him wê hevalên me yên civaka me ji falşîzmê dişparêze neyê ji bîr kirin. Him jî wê bendên xurt çêbibin ji bo hevgirtina navnetewî. Wek encam wê dîwarên girtîgehan û sînoran were derbas kirin. 

Di sala 2020an de, wê Antifaya Navnetewî û Fona Parastina Antîfaşîst ya Navnetewî  li dora Roja Navnetewî ya Hevgirtinê ji bo Girtiyên Antîfaşîst çalakiyan li dar bixe û wê kampanyayan organize bike. Em bangê li hemû antîfaşîstên li seranserê cîhanê dikin da ku ew jî di 25ê Tîrmeha 2020an de piştgiriya girtiyên antîfaşîst bikin.  Piştgiriya hevalên me yên bi salan e di zindanan de ne… Piştgiriya hevalên hê nû ceza xwarine û niha di girdîgehê de ne û yên li benda dadgehê ne… Çimkî ew ji bo me ketin zindanan. Û divê em jî ji bo wan derkevin ser qadan.  

%d bloggers like this: